Li Nisêbînê 2 polîs hatin kuştin

Piştî bûyerê ji bo girtina gûmanbaran hêzên ewlekariyê dest bi operasyonê kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajarê bakurê Kurdistanê navçeya Nisêbînê 2 leşker û cerdewanek canê xwe ji dest dan. Li bajarê Diyarbekirê navçeya Liceyê jî di encama teqînekî de 2 polîs birîndar bûn.

Li bajarê Mêrdînê navçeya Nisbînê ji 14ê Adarê ve derketina derva qedexe ye û navbera Yekineyên Parastina Sivîl YPSê û hêzên ewlekariya Tirkiyê  şer û pevçûnên dijwar rû didin. Li gor ragihandina serekaniya Tirkiyeyê îro, li navçeya Nisêbînê endamên YPSê bi roket û çekên giran êrîşê hêzên ewlekariyê kirine û di encamê de 2 leşker canê xwe ji dest dane. Herwiha cerdewanek jî dema zarokên xwe dibir li nexweşxaneyê hatiye kuştin.

Ji aliyekî din ve, li bajarê Diyarbekirê navçeya Lîceyê jî bombeya ku, li ser rêya Pasûrê hatibû bicihkirin dema wesaîta zirxpoş a polîsan derbas dibû hate teqandin, di encamê de 2 polîs birîndar bûn. Piştî bûyerê ji bo girtina gûmanbaran hêzên ewlekariyê dest bi operasyonê kirin.

Fly Erbil Advertisment