CHP: Tirkiye bûye mîna kampeke penaberan
Daxuyaniyên parlamenterê CHPê di demekî de tên ku, duh, Yonanistanê dest bi vegerandina penaberan bo Tirkiyê kir.
K24-Navenda Nûçeyan
Parlamenterê CHPê Murat Emir derbarê şûnvegerandina penaberan de daxuyaniyek ragihand û di daxuyaniyê de dibêje ku, Tirkiye bûye mîna kampeke penaberan.
Emir hikûmet derbarê mijara penaberan de rexneyên giran li Yekîtiya Ewropayê girt û hikûmet jî sûcdar kir ku, pêşeroja Tirkiyê dixe metirsiyê.
Parlamenterê CHPê wiha axaftina xwe berdewam kir:"Ewropa dibêje bila penaber neyên û li Tirkiyê bimîne û bo vê yekê çi destê wan tê dike. NATO jî bo vê yekê dixebite. Mixabin Tirkiye bûye mîna kampeke mezin ya penaberan. Ew kesên di her tiştî de li netewebûnê digerin, mixabin gaveke ku dê Tirkiyê parçe bike diavêje, ev yek nayê qebûlkirin."
Daxuyaniyên parlamenterê CHPê di demekî de tên ku, duh, Yonanistanê dest bi vegerandina penaberan bo Tirkiyê kir.