Li Silopiyê 2 endamên YPSê şehîd bûn
Di çarçoveya operasyonê de îro, nav bera YPSê û hêzên ewlekariyê de pevçûn derket û di encamê de 2 endamên YPSê canê xwe ji dest dan û yekê din jî ji aliyê polîsan ve hate girtin.
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê navçeya Silopiyê 2 endamên Yekineyên Parastina Sivîl YPSê canê xwe ji dest dan.
Li bajarê Şirnexê navçeya Silopiyê duh, derengê şevê endamên YPSê bi roketan êrîşî otombîleke zirxpoş a polîsan kiribûn. Di encamê polîsek canê xwe ji dest dabûn, 4 polîsên dun jî birîndar bûbûn. Piştî bûyerê li navçeyê qedexeya derketina derva hatibû ragihandin û ji bo girtina gûmanbaran hêzên ewlekariyê dest bi operasyonê kiribûn.
Di çarçoveya operasyonê de îro, nav bera YPSê û hêzên ewlekariyê de pevçûn derket û di encamê de 2 endamên YPSê canê xwe ji dest dan û yekê din jî ji aliyê polîsan ve hate girtin.