Heysem Nena xwe ji serokatiya ESD vekişand
Di 17ê Adara borî TEV-DEM û alîgirên wê sîstema fedraliya Rokava û Bakurê Sûriyê ragehandibûn.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê şepêla Qemih û Hevserokê Encûmena Sûriyê ya Demokratîk(ESD) Heysem Mena vekişandina xwe ji Serokatiya ESD ragehand .
Derbarê vekşandina xwe Serokê şepêla Qemih û Hevserokê Encûmena Sûriyê ya Demokratîk(ESD)Heysem Mena daxuyaniyek bo Franc24 belav kir, tê de tekez ku, bi sedema ragehandina sîstema fedralîya Rojava û Bakurê wî xwe ji serokatiya Encûmena Sûriyê ya Demokratîk vekişan.
Mena di daxuyaniya xwe de wiha jî got:"Min xwe ji 19ê meha Adarê ji biryara vekşandina xwe navegerim heta ku, biryara ragehandina fedraliyê jî were vekşandin."
Di 17ê Adara borî TEV-DEM û alîgirên wê sîstema fedraliya Rokava û Bakurê Sûriyê ragehandibûn.