ENKS:Tawanên Cebhet El-Nûsra ne kêmî yên rejîmê ne
Ji duhî were, çekdarên Cebhet El-Nûsrayê û alîgirên wê taxa Şêx Meqsûd topbaran dikin, di encam de 80 welatiyên sivîl bûne qurbanî.
K24-Qamişlo
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) ragehand ku, tawanên Cebhet El-Nûsrayê û hevalbendên wê, li taxa Şêx Meqsûd ne kêmî yên rejîma Sûriyê ne.
Derbarê topbarankirina taxa Şêx Meqsûd ji aliyê Cebhet El- Nûsrayê ve Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) daxuyaniyek belav kir, tê topbaran kirina taxên Kurdan yên li bajarê Helebê ji aliyê wan girûpên navborî şermezar kir, diyarkir ku, ji dêvla ew komên çekdar êrîşî rejîma Sûriyê bike, sivîlan dike armanc.
ENKSê di daxuyaniya xwe de, daxwaz ji Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Stffan De Mistura kir ku, li ser wan tewanên derheqê taxên Kurdan de û yên li dijî mirovatiyê rawestin, herwiha daxwaz ji aliyên opozîsyona Sûriyê kirin ku, wan êrîşan şermezar bikin.
Ji duhî were, çekdarên Cebhet El-Nûsrayê û alîgirên wê taxa Şêx Meqsûd topbaran dikin, di encam de 80 welatiyên sivîl bûne qurbanî.