Piranî ya sêdaredanan li Îran, Seûdîye û Pakistanê dihên encamdan.
Rêkxistî ya Lêborîn a Nêvdewletî ragehand, hijmr siza ya sêdaredanê bi hevberkirin li gel 25 sal ên bûrî zêde bûye û 90% ji wan sêdaredanan li welat ên Îran, Seûdîye û Pakisatanê jatine encamdan.
K24- Hewlêr,
Rêkxistî ya Lêborîn a Nêvdewletî ragehand, hijmr siza ya sêdaredanê bi hevberkirin li gel 25 sal ên bûrî zêde bûye û 90% ji wan sêdaredanan li welat ên Îran, Seûdîye û Pakisatanê jatine encamdan.
Di kongireyek a rojnamevanî de, Rêkxistî ya Lêbûrîn a Nêvdewletî ( Êministî Înternaşinal) amar a siza ya li sêdaredan a sal a 2015 belavkir û ragehand: Hijmar a sêdaredan ên sal a par 1634 kes bûne û bi hevberkirin li gel par 50% zêdebûne.
Rêkxistî ya Lêbûrîn a Nêvdewletî amaje bo ewê kirk u gelek welat hene zanyarîyan li ser sêdaredanê belav nakin. Lê guman li wê yekê nîye, ku Çîn yekem welate sêdaredanan encamp dide. Li welat ên tomarkirî jî, Îranê 977 kes li sêdare dane. Herweha li Seûdîye 158 kes hatine sêdaredan û ko ya giştî ya hijmar a sêdaredayî yên evan sê welatan 90% ji sêdaredanana li ser ast a cîhanê.
Li gor ewê amarê: Her yek ji welat ên Îran, Seûdîye û Pakistan, li ser asta cîhanê, pirnî ya sêdaredanan hatine encamdan bi ser hevwelatîyan. Herweha hatîye xuyakirin ku Çîn li pile yekê dihê di encamdan a sêdaredanê bi ser hevwelatîyan lê ew belge û girovan bi nihênî dihêle.
Herçende Êministî Înternaşinal, zêdetir pişt bi zanyarî yên tomarkiriî girê dide, lê hevdem nîgeranî yên xwe ji kirdar ên Îran, Seûdîye û Pakistanê nîşandan, ku li beranber opizisyûn ên xwe tundûtijîyê, kuştin û koştin a bi kom bi bîyanî ya şerr ê dij bi tîrorê dikin.