Gelo Tirkiyê dixwaze li Bakur jî "Kembera Erebî"çêbike?
"Dîroka Tirkiyê xwe dûbare dike û di sala 1925an de bi "Plana Islahkirina Şerqê" dixwestin rê li pêşiya Kurdan bigrin lê hingê bi ser neketin."
K24-Navenda Nûçeyan
Li gorî çavkaniyên fermî halîhazir 2 milyon 700 hezar penaberên Sûrî li Tirkiyê û Bakur dijîn. Hejmara ku ji Ewrûpayê jî vedigerin roj bi roj zêde dibin û ev hejmar niha ji 3 milyonan derbas dibe. Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP)-ê Selahedîn Demîrtaş, beriya niha di weşana taybet ya Kurdistan24-ê re de, di vê derbarê de gotibû ku, dewlet dixwaze bi darê zorê bajarên Bakur vala bike û weke dema Hafiz Esad li Sûrî Kembera Erebî çêbike.
Tê gotin ku, dê Tirkiyê hejmareke zêde ya penaberan bi taybetî yên Ereb li bajarên Bakur yên weke Mêrdîn, Şirnex, Sêrt, Riha, Dîlok, Edene û Mêrsînê bicih bike. Nivîskar û lêkolîner Şerefxan Cizîrî dibêje, li gorî Tirkiyê li Sûrî tê xwestin ku paqijiya etnîkî bê kirin û vê yekê xelet dibîne.
Ji niha û pê de peyder-pey dê penaber mafê hemwelatbûna Tirkiyê bistînin. Yanî weke her hemwelatekî Tirkiyê, dê kesekî biyanî jî bikaribe di hilbijartinan de dengê xwe bide û bibe namzed û dibe ku, ji bajarekî weke Kîlîsê were hilbijartin jî. Hin pisporên ewlekarî û siyasetê dibêjin,
bi vê gavê dixwazin li Bakur hêza partiyên Kurdan kêm bikin. Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Diyarbekirê Firat Anli, dibêje "Dîroka Tirkiyê xwe dûbare dike û di sala 1925an de bi "Plana Islahkirina Şerqê" dixwestin rê li pêşiya Kurdan bigrin lê hingê bi ser neketin."
Dema ku penaberên li Ewrûpayê jî paşve vegeriyan û penaberên, neqeydkirî jî hatin hejmartin dê nifusa penaberan bigihe derdora 4 milyonan. Berdevka Meclisa Jinan ya Partiya Herêman ya Demokratîk Fatma Gul jî balê dikşîne ser serdema damezrandina Komara Tirkiyê dibêje "Wê demê jî Tirkiyê polîtîqayeke weke niha dimeşand û bi hezaran Kurd koçberî bajarên Tirkiyê bibûn."
Ji hêla din ve pispor dibêjin dibe ku plana bicihkirina penaberan berevajî bibe û penaber bi Kurdên nêzîkî PKKê re hevkariyê bikin û Tirkiyê di Rojhilata Navîn de bi Krîzeke nû ve rûbirû bimîne. Herwiha ne diyar e di nava şer û pevçûnên li Bakur de penaber dê bicihbûna li Bakur qebûl bikin yan na?