Erdogan: Divê hin navçe bên valakirin û avahiyên wê bêne rûxandin

:"Tirkiye, salên dawî li ser axa xwe bi terorê herî mezin yê cîhanê re rû bi rû ye û rasterast armanca terorê ye."

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/23217400-b418-4ba2-aac6-c20a5581c947/Erdogan%20Muxtar.ism/manifest

K24-Enqerê

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan îro, 23emîn civîna muxtaran saz kir. Erdogan di civînê de got, bo ewlahiya canê hêzên operasyonan dimeşînin, divê hin navçe bi temamî bên valakirin û avahiyên wê derê ji dûr ve bên rûxandin.

Hwewiha Erdogan wiha axifî:"Tirkiye, salên dawî li ser axa xwe bi terorê herî mezin yê cîhanê re rû bi rû ye û rasterast armanca terorê ye.

Li hin navçeyên başûrêrojavayê Tirkiyê alozî hene. Ev bûyer ji bo jiyana niştecihên wê derê xeteriyeke mezin e. Li aliyê din dayîna şehîdan jî karîgerî ser me dike.

Hêzên me yên ewlekarî her roj derbeyên giran li terorîstan didin.

Navçeyên ser sînorê ji wî aliyê sînorê piştgirî dibînin û ji wê derê tên qayîmkirin. Ji ber vê jî operasyon hêdî dimeşin.

Windahiyên ku em didin ji pevçûnan zêdetir ji ber teqamenî û bombeyan e.  Bi taybet ev rewş li Nisêbînê heye.

Hêzên me yên ewlekarî bo welatiyên sivîl baldar nêzîk dibin. Ji ber vê bûyerên wiha rû didin.

Lê divê em canê hêzên xwe yên ewlekarî jî bifikrin û heman baldariyê bo canê wan jî nîşan bidin.

Pêwîste navçeyên ku operasyon tê kirin, divê bi temamî bên valakirin û avahiyên wê derê ji dûr ve bên ruxandin.

Ji xwe binesaziya wan deveran nîne û emê avahiyên wê derê ji nû ve çêkin.

Emê xisarên wê derê tesbît bikin û çi zirar ketiye telafî bikin. Yê xanî hebû dîsa dê bibe xwedî xanî lê yê kirê dima dîsa kirê bimîne.

Divê ji serî heta binî em wiha bikin.

Bi rêya veguherîna bajarî, em van deran ji nû ve ava bikin.

Divê hemû bên xerakirin û ji nû ve bên çêkirin.

Li Tirkiyê yek ala û yek netew heye. Ev jî alaya tirk û netewa tirk e.

Yên ku bixwazin paçikên xwe bixin şûna alaya Tirk divê li wê derê bin erdê binerin.

Binê erdê bi termên wan kesên ku xwestine paçikên xwe bixin şûna alaya tirk dagirtiye.

Ji bilî Tirkiyê tu welatê me nîne. Em bernadin û naçin tu derê."