HPG: Emê hêza xwe ya li Şingalê kêm bikin
Herwiha fermandarê HPGê Dilşêr Herekol li ser rizgarkirina Mûsilê jî diyar kir ku, ew dixwazin tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin.
K24-Navenda Nûçeyan
Fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG) yê Şingalê Dilşêr Herekol destnîşan ragehand ku, ew dê hêza xwe ya li Şingalê kêm bikin.
Komek gêrîlayên HPG û YJA Starê yên li Şingalê bi merasîmekê ji Şingalê vekişiyan. Di merasîmê de ji fermandarên HPGê yê Şingalê Dilşêr Herekol axivî û wiha got: Hêzên YBŞ û YJŞ yên Şingalê gihiştine wê astê ku bikarin Şingalê biparêzin û emê ji îro û pêde tenê piştgiriyê ji wan re bikin.
Dilşêr Herekol destnîşan kir ku, heta hemû gundên Şingalê werin rizgarkirin, wê piştgiriya YBŞ û YJŞê bikin. Herekol ragihand ku, ew dixwazin ligel hêzên pêşmergeyan jî fermandariyeke hevpar ava bikin.
Dilşêr Herekol anî ziman ku, hê jî hêzeke wan li Şingalê heye û wiha got: "Hê gelek gundên Êzdiyan hene ku, nehatine rizgar kirin. Emê ji bo rizgarkirina van gundan jî bibin alîkar."
Herwiha fermandarê HPGê Dilşêr Herekol li ser rizgarkirina Mûsilê jî diyar kir ku, ew dixwazin tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin.