Asayîş.. ruhinkirinekê belav dike

Rêberî ya giştî ya asayîşê, li ser jinek a çalakvan xuyakirinekê belav dike.

K24- Hewlêr:

Rêberî ya giştî ya asayîşê, duhî li ser jinek a çalakvan xuyakirinekê belav dike.

Li  gor wê rûhinkirinê (Bêrîvan Elzîn) hilgir a regezname ya Elmanîyayî yeû bi rê ya firokexane ya nêvdewletî ya Silêmanîyê hatîye Kurdistanê. Di pişkek a ruhinkirinê de hatîye, di çend roj ên bûrî de bi awayek a neyasayî li gel çar kes ên din ên hilgir ên passport ê welat ên Ewrûpayî hatine di nav Herêm a Kurdistanê û di dem a bezandin a sinûr hatine girtion.

Ev jî deq a ruhinkirin a Asayîş a Giştî ye:

Rûhinvekirinek ji Asayîş a Giştî ya Hewlêrê

Çend rojekin hinek alî û dezgeh ên mêdyayî bi awayek a ne durist û çewaşekarane behs a girtin a Bêrîvan Elzîn dikin ku hilgir a regezname ya Elmanîyayî ye.

Bo ray a giştî xuya dikin ku navhatî bi rê ya firokexane ya Silêmanîyê ve hatîye hindûr Heêmê û bi harîkarî ya çend kesan ji Silêmanîyê bi awayek ne yasayî çûye Rojava û dûv re jî  li çend roj ên bûrî bi rê bi awayek a neyasayî li gel çar kes ên din ên hilgr ên passport ên welat ên Ewrûpayî vegerîyaye nav Herêmê û di dem a bezandin a sinûr hatîye girtin. Ew kes a amaje pê re hatîye kirn û heval în wê, yasa yên Herêmê pêşêlkirine lew hatine girtin û piştî veguhaztin a wan bo Hewlêrê yekser Kunsilxane ya Elmanîyayê li Hewlêrê hatîye agahdarkirin û nwêner ên ewî welatî li Hewlêrê, serdan a navhatî kirin û her evro jî bi harîkarî ya kunsilxane ya Elmanîyayî hatîye azadkirin û girtî yên din yên bîyanî jî her bi wê pirose yê dê bihên azadkirn.