Emerîka dê bingehek a din li Îraqê veke.
Berpirsek ê serbazîyê emerîkayê ragehand, bi merem a harîkarîkirin a zêdetir a Îraqîyan, Emerîka dê bingehek a din a serbazî li Îraqê veke.
K24- Hewlêr:
Berpirsek ê serbazîyê emerîkayê ragehand, bi merem a harîkarîkirin a zêdetir a Îraqîyan, Emerîka dê bingehek a din a serbazî li Îraqê veke.
Li gor zanyarî yê mêdya yên Îraqê ku li ser zar ê Andiryû Liwîs, cêgir ê reveber ê opirasîyûn ên Emerîkayê belabkirine, ewî berpirsê Emerîkayê ragehandîye: Emerîkayê yekeyek a serbazî li Îraqê dê veke ku harîkarî ya hêz ên asayîş a Îraqê dê bike bo amadekarî yên rizgarkirin a Mûsilê ji jêr dest ên Daişê.
Lwîs, amaje bi wê kirîye ku di demekê de hêz ên asayîşî yên Îraqê pêşveçûnan bi dest ve dihînin li rojhilat a Mûsilê, bo kontirolkirin a bajarî, Emerîka hizr li wê yekê dike yekekyek a serbazî veke bo harîkarî ya wan hêzan li Îraqê.
Ev di demekê de ye ku niha Emerîkayê bingehek a serbazî li Mexûrê akincî kirîye, bo harîkarîkirin a hêz ên Îraqî û meşqdan a wan. Hijmar a serbaz ên Emerîkayî jî li vê bingehê 200 serbazin.