DAIŞ 250 karker nêzîkî Şamê revandin
Berî niha rejîma Sûriyê ragehandibû ku, ew di operasyona kontirolkirina wêstgeha Tişrînê ya Elîktirêka bajarê Dûmêr bi ser neketine.
K24-Navenda Nûçeyan
Çekdarên DAIŞê êrîşî Kargeha Cementoyê, ya li baj El-Dûmêr kir, di encam de 250 kareker revandin, çarenûsa wan jî heta niha ne diyare.
Derbarê revandina wan karkeran Berpirsê Rêveberiya Kompaniyê Cementoyê li wî bajarî daxuyaniyek belav kir tê de wiha gotibû: "Piştî êrîşa DAIŞê pêwendiyê me bi 250 karkerî re hate birîn."
Ji aliyê xwe ve jî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan tekez kir ku, pêwendî bi dehan karkerên kargeha Cementoya Badiye ya ser bi bajarê Dûmerê ve hatiye birîn, da zanîn ku çarenûsa wan heta niha ne diyare û metirsî jî liser jiyana wan heye.
Berî niha rejîma Sûriyê ragehandibû ku, ew di operasyona kontirolkirina wêstgeha Tişrînê ya Elîktirêka bajarê Dûmêr bi ser neketine.