Obama: Mûsil û Reqeyê dê rizgar bikin

Serok Emerîkayê, Barak Obama ragehand: Welat wî rêkar ên pêdivî dê bixe pêşî ya xwe bo rizgarkirin a Mûsil û Reqeyêyê.

K24- Hewlêr:

Serok Emerîkayê, Barak Obama ragehand: Welat wî rêkar ên pêdivî dê bixe pêşî ya xwe bo rizgarkirin a Mûsil û Reqeyê.

Piştî kombûn a wî li gel Aşton Karter, wezêr ê berevanîyê, serok ê Emerîkayê Barak Obama di hevpeyvênekê de bo rojnamevanan ragehand: Li gel wezîr ê berevanîyê me gêngeşe li ser gef ên cîhanî kirin nemaze jî berengarîbûn a Daişê.

Herweha got jî: Waşintin zêdetir hedarê nagire û emerîka di wê bawerîyê de ye ku rizgarkirin a Mûsilê li Îraqê û Reqeyê li Suryayê ji kar ên me yên herî pêştirin.

Herweha got: Em berdewam dibîn li ser hingavtin û bi armanckirin a berpirs ên Daişê, tor ên darayî û jêrxan a abûrî yên evê rêkxistîyê û kar dê b ikin bo nehêlan a yekcarî ya ewê rêkxistîyê.

Amaje bo ewê yekê jî kirk u Daişê hêj şîyan a hêrişê maye û got: Ew a me li Belcîka û Turkîyayê dîtî, Daişê şîyan a encamdan a hêrişan maye.

Herweha amaje bi wê yekê kirk u bernagarîbûn a Daişê ne tenê bi rûbirûbûn a serbazî dibe, lê pêdivîye ji alîyê saloxvanîyê û dîplomatî ve jî hewl ên Hevpeymanî ya Nêvdewletî li dijî Daişê bihê çirkirin.