Dawidoglo: Rêkkevtin a Yekêtî ya Ewrûpayê û Turkîyayê serkevtî bûye.
Ehmed Dawidoglo, serok wezîr ên Turkîyayê ragehand: Rêkevtin a di navber a Yekêtî ya Ewrûpayê û Turkîyayê bo çareserkirin a tengije ya penxwan, li çend roj ên cihbihikirin a wê, serkevtî bûye.
K24- Hewlêr:
Ehmed Dawidoglo, serok wezîr ên Turkîyayê ragehand: Rêkevtin a di navber a Yekêtî ya Ewrûpayê û Turkîyayê bo çareserkirin a tengije ya penxwan, li çend roj ên cihbihikirin a wê, serkevtî bûye.
Hijmar a penaxwazan li Turkîyayê bo girav ên Yunanê bi awayek berçav kêm bûye.
Di kongiryek a rojnamevanî de, Ehmed Dawidoglo ragehand: Di despêk a ev sl de rojane nêzîkî 600 penxwaz ji Turkîyayê diçûn Yunanê, niha li sê roj ên yekem a bi cihkirin a rêkevtnameyê ew hijmar kêm bûye bo 350 penxwazan di rojrkê de.
Hevdem serok wezîr ên Turkîyayê got jî, ew kêmbûn bow ê rêkkevtinê divegere û hewil didin dirêjehîyê bi evê rêkkevtinê bidîn , heya tengije ya penaberan bi dawî dihê.
Roj a Dûşembî ya evê heftîyê, yekem girûp a penxwazan ji Yunanê vegerîyan Turkîyayê ku hijmar a wan 202 penaxwaz bûn û piranî ya wan xelk ên Kurdistanê bûn. Lê vegerandin a wan nerazîbûn a penaxwazan jê çêbû.