Encamder ê teqîn a Biroksilê li dezgehek a Ewrûpayî ya hestyar kar dikir.

Gotebêjekî bi navê perleman a Ewûpayê aşkera kir, yek ji encamder ên kirdar ên xwekujî yê Biroksil a paytext a Belcîkayê, berê karmend ê xizmetguzarî û pakijkirin a perleman a Ewrûpayê bûye.

K24- Hewlêr:

Gotebêjekî bi navê perleman a Ewûpayê aşkera kir, yek ji encamder ên kirdar ên xwekujî yê Biroksil a paytext a Belcîkayê, berê karmend ê xizmetguzarî û pakijkirin a perleman a Ewrûpayê bûye.

Çawm Doş Cilyot, gotebêj ê peleman a Ewrûpayê ragehand ku yek ji encamder ê teqîn ên Biroksilê li sal ên di navber a 2009-2010 karemnd ê wê kompanya ya pakijkirnê bûye ku perleman a Ewrûpayê girêbest li gel wajû kirîye.

Herweha ragehand, ew kes nav ê wî, Necim Eşrawî ye û jîyê wî 25 salin  ku li firokexane ya nêvdewletî ya Biroksilê  xwe teqand. Aşkera jî kir, li gor vekolînan renge Eşrawî bombe yên çandç duristkiribin ku li hêriş ên sal a bûrî li Parîs a paytext a Firansayê hatin encamdan.

Evî gotebêjî amaje bi wê yekê jî kirk u necim Eşrawî, di dem a karkirinê de li perleman a Ewrûpayê, hîç dosêyek bo wî ji alîyê polisan nehatîye vekirin.