Li Tirkiyê erkên herî qels medya û birêvebirin e

Di encamên lêkolînê de hat dîtin ku bandora erka birêvebirinê ya li ser saziyên din bi taybetî li ser dezgehên daraz û çapemeniyê gelek zêde ye

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1b33795a-d679-457b-ae3b-444eb03c6123/LiTirkiyeBirevebirin.ism/manifest

K24-Stenbol

Li Stenbolê bi beşdariya gelek siyasetmedar, nivîskar û lêkolîneran birêvebirina Tirkiye û têkiliyên li nav saziyên fermî hat nirxandin. Beşdaran ji bo girîngiya demokrasiyê bal kişandin serxwebûna daraz û medyayê. Hat destnîşan kirin ku zêdetirîn kêşe di warê çapemenî û birêvebirinê de rû dide.

Bi piştevaniya Yekîtiya Ewropayê û Weqfa Civaka Zelal ji aliyê Komeleya Şefafî ya Navneteweyî ve encamên lêkolînê ya bi navê "Tirkiyê bi çi awayî tê birêvebirin û saziyan bi çi awayî tên şixulandin" hat eşkerekirin. Li gor raporê ku li ser 15 sazî û dezgehên fermî lêkolîn hatiye kirin li Tirkiyê erkên herî qels medya û birêvebirin e.

Seroka Komeleya Şefafî ya Navneteweyî Oya Ozarslan dest nîşan kir ku ji bo safîkirina kêşeyên rêvebirinê divê civat li xwe binêre niha dem dema xurtkirina demokrasiyê ye. Ozarslan wiha pê de çû: "Niha rewşa awarte tune lê belê anha civat weke ku di bin şertên rewşa awarte de ne dijîn. Zextên li dijî komên muxalîf û medyayê êdî normalîze bûye. Erka serdestiya hiqûqê zêdetir tê binpêkirin. Ev yek jî dibe sedema gelek kêşeyan."

Hemû hêz ku bikeve destê kesek yan jî di bin erkek de bê bikaranîn û rêvebirin neyê kontrolkirin rê li ber pergaleke şefaf û Tirkiyeyekî hêzdar digire.

Parlamentera HDPê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu got: "ji bo şefafiyê divê ji hemû kesan hesab bên pirsîn. Gendelî û şefafî ne bi tenê kêşeyên Tirkiyê ye. Li hemû dinyayê kêşeyên wiha hene. Amanca parêzbendiya parlementeran ew e ku mebûsan fîkrên xwe bi rehetî bêjin. Lê di dîroka siyaseta Tirkiyê de bi parêzbendiya zagonî gelek dizî û gendelî hatiye kirin."

Di encamên lêkolînê de hat dîtin ku bandora erka birêvebirinê ya li ser saziyên din bi taybetî li ser dezgehên daraz û çapemeniyê gelek zêde ye. Ji bo çareseriyê gavên demokratîk tê pêşniyazkirin. Ji bo vê tê gotin têkiliyên digel Yekîtiya Ewropayê werin zêdetirkirin û serxwebûna hemû erkan bên parastin.