Careke din 5 penaber xenqîn

Heta niha derdora 500 koçber ji Yewnanistanê bo Tirkiyê hatine vegerandin.

K24-Navenda Nûçeyan

 komek penaber dema ku, dixwestin bi keştiyê ji Tirkiyê derbasî girava Sîsam a Yewnanistanê bibin binav bûn, di encamê de 5 koçber xenqîn û 4 jî windayî ne.

li gor daxuyaniya Hêzên ewlehiya peravên Yewnanistanê karên 5 ji wan rizgar bikin,  lê 5 koçber xeniqîn û 4 jî nehatin dîtin. Tîmên lêgerînê heta niha jî li wan penaberan digerin.

Li gor yek ji wan kesên ku, hatine rizgarkirin di wê qayîkê de 14 koçber hebûne, piranî jî jin û zarok bûne.

 Ev bûyer di demekî de diqewime ku ev çend roj in Ewropa koçberên ku bi qaçaxî derbasî welatên Ewropî bûne, bi darê zorê vedigerîne Tirkiyê.

Heta niha derdora 500 koçber ji Yewnanistanê bo Tirkiyê hatine vegerandin. Tirkiye û Ewropayê li ser vegerandina koçberên ku bi qaçaxî derbasî Ewropa bûne, peymanek îmze kirine. Li gorî wê peymanê Ewropa dê derdora 6 milyar euro bide Tirkiyê.