Li Stanbol teqîn: 4 birîndar
Li Stanbolê teqînek çê bû, amarên destpêkê jî 4 kes birîndar bûne.
K24 – Stanbol
Li Stanbolê teqînek çê bû, amarên destpêkê jî 4 kes birîndar bûne.
Peyamnêrê K24ê li Stanbol diyar kir, ku li Taxa Mecidiyekoy ya Stanbolê bomeyeke dengî teqînek çê bû, di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Teqîna Stanbolê di demekê de tê, ku îsal bo cara 7emîn balyozê Amerîkayê li Tirkiyê hişyariyê dide welatiyên Amerîkayê yên li Tirkiyê dimînin, ku serdana cihên geştiyariyê nekin.
Roja 19 Adarê, Teqînekî xwekujî li Kolana Istiqlal ya bajarê Stanbolê rû da, di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dan û 20ê din jî birînar bûn.