Li Sina Rojhelata Kurdistanê gundekî dîrokî tê dîtin

Di wî gundî de şûnwarên ji axê û amûrên ji kevir hatine çêkirin û cîh, war û avahî hatine dîtin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li gor Saziya Îranê ya şûnwarên  çandî û geştî ragehand, lêkolînekî di çarçoveya dîrokî de li navçeyên Hewramanê ku, dikeve ser parêzgeha Sine ya Kurdistana Rojhilat, gundek ku, xwedî 6 hezar sal zêdetir  kevnariyekî dîrokiye hate dîtin.

Duh, serpereştê lêkolînên Şûnwarên çandî û geştî li navçeya Hewramana ser bi parêzgeha Sine Emîr Seîdmûçsî daxuyaniyek belav kir t; de wiha got: "Ew gundên ku li navçeya Hewramanê hatine dîtin dîroka wan vedigerê bo 4 heta 5 hezar sal berê zayînê."

Di wî gundî de şûnwarên ji axê û amûrên ji kevir hatine çêkirin û cîh, war û avahî hatine dîtin.