25 gund li dever ên sinûrî yên Duhokê hatine valakirin

Bi eger a burdûman a Turkîyayê bo ser Partî ya Karker ên Kurdistanê(PKK)yê bi dehan gund li sinûr ê bakûr a Kurdistanê (Herêm a Kurdistanê) bi temamî yan pişkek jê hatine valakirin.

K24- Hewlêr:

 

Bi eger a burdûman a Turkîyayê bo ser Partî ya Karker ên Kurdistanê(PKK)yê bi dehan gund li sinûr ê bakûr a Kurdistanê (Herêm a Kurdistanê) bi temamî yan pişkek jê hatine valakirin.

Ajans a Esoşêtidpirês ragehand, li gor berpirs ên hikumet a Herêm a Kurdistanê 75 gund li dever a Berwarî Bala ya ser bi parêzgeh a Duhokê 25 gund hatine vala kirin ji bilî wan kes ên ku carcar divegrin hinek gundan daku hay ji mulk û mal ên xwe hebin yan jî hay ji bîyav ên xwe hebin.

Di geşt a xwe yên dawîyê bo çêya yên bakur a Îraqê(Herêm a Kurdistanê) ku penagehek a tenah û aram a PKKyê ye, rojnamevan ên Esoştidpirês serdan a gund ê Merge kirin ku tenê çend kilometirekan ji sinûr ê Turkyayê dûre.

Ev gund biçûke û renge bi dehan xanî hebe, û bi dar ên Berû, Sêv û Bayîv hatîye derdor dewrdayî ye. Kevtî ye  gelîyek a kesik  di navber a çîyayê ser sipîyê Zagros ku ser wî pir befre, ji bilî pîremêran kesek din li vî gundî nahên dîtin,  ku ev jî carcar dihên gund bo çavdêrîkirin a rez û bax ên xwe.

Elî Fewzî, got: Em niha li Duhokê dijîn û naçarîn bihêyên vir, em mulk ên xwe diçînîn, em dil nadin dest jê berdîn,. Xuya jî kir: Em dê her bihêyîn belkî rewş baştir bibe û xêzan ên xwe bihînin, lê roj bi roj xirabtire.

Li ser hebûn a PKKyê Elî Fewzî dibêje: Ew jî li deverê hene, ew hene lew firoke dihên, lê kes nizane li kû dirî ne, anku li çîya hene li her cihekî hene.

Herweha dibêje: No me zehemet û girçin e lê em çi bikîn, eger nehêyîn ber û berûmê wan dê pûç be.

Serbest Husên ji Civat a Gund dibêje: bandor a wê geleke û vir deverk a çndinê ye û navdare bi Sêvan.

Amaje bo ewê yekê jî kir: tiştek berçave ku PKK ji bakûr hatine û li vir hatine vehewîyan, li hemû çîya yê Kurdistanê li bajar ên Kurdistanê hene. Herweha got jî: Li bakûr a Kurdistanê rewş xirab be, zîyan bi vir jî dikeve  ji alî yên firokeyan.

Li gor axivtin ên Ezîz Mehemed serok ê pişk a çandinê li deverê: Par sal berhem ê Sêvan bi temamî ji dest çûn.