Penaber vegerê ji mirinê xirabtir dibînin

Di serdema vegera bi şûnde ya penaberan de ji bo protestokirina vê helwesta Ewropa û Tirkiyê gelek penaberan xwe ji keştiyê avêtinbûn nava avê da ku, cîhan bi derdê wan bihise.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/7c1ad614-c050-4d64-8411-7f138754b17b/Penaber-Ankara.ism/manifest

K24-Enqerê

Ji serê sala raborî heta niha, nêzîkî milyonek penaber bi rêya qeçaxî derbasî wan giravên li Yewnanîstanê bûn. Piştî peymana Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê vegara bişûn de destpê kir. Lê ew penaber naxwazin vegerin Tirkiyê. Di şûna ku, vegerin Tirkiyê dixwazin xwe bikujin. Rojnameger û lêkolînerên liTirkiyê ev rûdan nirxandin.

Rewşa wan penaberên Iraqî, Sûriyî û Efganî ku ji ber şer direvin ku dixwazin paşerojeke xwe ava bikin, li her welatê ku lêdimînin beramberî zor û zehmetiyan dimînin. Bi taybetî ew penaberên ku di ser Tirkiyê re derbasî Yewnanîstanê bûne û niha bişûnde bo Tirkiyê têne vegerandin, vegerê ji mirinê xirabtir dibînin.

Li Tirkiyê berembarî helwesteke mezhebî û nîjadpersetiyê re rûbirû dimînin. Gelekê ji wan penaberan li Enqerê, Stenbol û Îzmîrê li derve radikevin bi zikêbirçî û bê pênç qirûş. Bo nimûne penaberekî binavê Farzad dibêje: "ji bilî henasedanê, li ser rûyê dinyayê di derbarê dayikbûna min de tu agahiyeke tomarkirî nîn e."

Li gorî pisporê penaberan rojnameger Serdar Korucu, dibe ku,Tirkiye welatekî mezin be, endamê G20an be lê ne welatekî pîşesazî ye, yanî Tirkiye ne Elmanyayeke, loma her penaberek dixwaze ku, biçe Elmanyayê. Biboçûna Korucu, ji ber ku, yekem car Elmanyayê penaberên Êzîdî bi awayekî fermî wergirtiye, dibîra her penaberekî de Elmanyayê ne Tirkiye.

Derbarê vê mijarê de pisporê penaberan rojnameger Serdar Korucu ji K24ê re wiha got:"Piştî şerê Sûrî ew cihê yekem kutên û di ser re derbasî welatên rojava dibin xaka Kurda ye. Ew penaberên ku, naxwazin werinTirkiyê nêzîk salekê yê ku, şahidiya wî şerê ku, li ser xaka Kurdan têmeşandin dikin. Ew penaberên ku vedigerin û rêya wan di Diyarbekir an jî Êlihê re derbas dibe ji bo wan ji rojên pêşî yên Halebê ne cûda ye. Hemû vê yekê dibînin loma ditirsin ku, ev şer lihemûTirkiyê belav bibe. Lewre naxazin ku liTirkiyê bimînin.Ji bo paşeroja zarokên xwe dixwazin ku, biçin Elmanyayê."

Li gorî Veysel Ayhan gelê Ewropî û Elman naxwazin ku, penaber di nava wan de bijîn. Lewre li Berlîn û Fransayê li ser penaberan arîşeyeke mezin heye.Jiyan ji wan re li Ewropayê ligorî Tirkiyê ne xweştir e, ji K24ê re wiha axifî:

"Dema ku, ji bangladeşê, Eganîstanê û Îranê derdikevin berê xwe didin Ewropayê. Lê difikirin ku, wê heqê wan li wir bêdayîn. Mesela dibêjin nexweşxane û kar li wir zêdeye. Zarokên me wê herin dibistanan.Bi vî fikrî derdikevin ji malên xwe. Dema dadigerin Tirkiyê jî ditirsin ku, jiTirkiyê wan bişînin cihê ku, jê derketine. Lê li Tirkiyê heqê ku, ji penaberan re vebûye li Ewropayê jî nin e.

Gelek ji penaberên ku, li girava Sakizê dimînin ku, li rexê Yewnanîstanê dikeve, di bêjin dema zorê li wan bikin û wan bişîninTirkiyê ew ê xwe bikûjin.Herwiha diyar dikin ku, êdî bila hew cîhan bi çavê terorîstan li wan binihêre."

Di serdema vegera bi şûnde ya penaberan de ji bo protestokirina vê helwesta Ewropa û Tirkiyê gelek penaberan xwe ji keştiyê avêtibû nava avê da ku, cîhan bi derdê wan bihise.