Evro rîfrandom dihê encamdan

Biryare Evro, Herêm a Darfor li rojava ya Sudanê bo biryardanê li ser çarenivîs a xwe rifrandomê encam bide.

K24- Hewlêr:

Biryare Evro, Herêm a Darfor li rojava ya Sudanê bo biryardanê li ser çarenivîs a xwe rifrandomê encam bide.

Li sal a 2003 şerr di navber a hikumet a Sûdanê û girûp ên çekdar ên cûdaxwaz ên Darforê brdewame û ji encamp a şerr ê 13 salî 30 hezar kes hatine kuştin.

Ûmer Beşîr, serok ê Sûdanê li gel rêveçûn a ewê rifrandomê ye, egera wê yekê jî ewe ku ew girûp a serperiştî ya rifrandomê dike ji hikumet a Beşîr nêzîke, lê Emerîkayî ragehandîye, ku bi rêveçûn aevê rifrandomê di vê demê de, cihê gumanê ye û îtirafê pênake.

Çavdêr ên siyasî dibêjin, dibe gelek xelk baykot a evê hilbijartinê bike bi egera ewê yekê ku hijmarek a mezin ji danîşvan ên Darfor bi eger a şerr û kûştaran de koçberbûne û delîve ya dengdanê nine. Hinek din weha dibîin ev rifrandom bo wê yekê ye dakû Darfor her li jêr kontirol a Xerûmê vemîne.