De Mistura naveroka civîna xwe ligel Welîd El-Mûelim aşkere kir

Biryare di 13ê vê mehê de civînên gera duyem a kongreya Cenêvê derbarê kirîza Sûriyê destpê bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura re naveroka civîna xwe ligel  Wezîrê Derve yê Sûriyê aşkere kir û dibêje ku, ew amade bê şertûmerç danûstandinan ligel opozîsyona Sûriyê bikin.

Derbarê vê mijarê Tilefizyona Sûriyê ya fermî di daxuyaniyek belav kir tê de tekez kir ku, Hikûmeta Sûriyê ji Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura re amadebûna xwe bê şertûmerc danûstandinan ligel opozîsyona wî welatî re bike nîşandaye.

Îro, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura ligel Wezîrê Derve yê rejîma Sûriyê re civîn pêkanîbûn, piştî civînê jî De Mistora naveroka civîna xwe li Gel El-Mûelim aşkerekir û got: "Me di civînê de behsa qonaxa veguhêz, parastina dezgehên Hikûmî yê Sûrî û gihandina alîkariyên mirovî kir."

De Mistura da zanîn ku, wî ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê piransîpên desûrê jî gotûbêj kir.

Biryare di 13ê vê mehê de civînên gera duyem a kongreya Cenêvê derbarê kirîza Sûriyê destpê bike.