Li Rosyayê hêrişek a xwekûjî û dû teqîn çêbûn.

Wezaret a hindûrî ya Rosyayê got: Evro sê kesan hêriş kirin ser xalek a polîsan li gundekê li başûr a Rosyayê û yek ji wan hêrişkaran xwekûj bûye û polîsên deverê kevtine di amadebaşîyî de.

K24- Hewlêr:

Wezaret a hindûrî ya Rosyayê got: Evro sê kesan hêriş kirin ser xalek a polîsan li gundekê li başûr a Rosyayê û yek ji wan hêrişkaran xwekûj bûye û polîsên deverê kevtine di amadebaşîyî de.

Ew hêriş li gundekî  li dever a Stafrobul li nêzîk Qoqazê rûda, ku piranî ya xelkê wê deverê Musilmanin û îslamî yên tundrew polis kiribûn aramanc di zincîre hêrişekan de bi otombîl ên bomberêjkirî û gullebarandin a wan.

Gotebêjekî bi nav ê wezareta hindûrîyê li Stafirubul bo Royterz ê got: Hêriş hatkirin bo ser bingehek a herêmî û yek ji hêrişkaran xwe teqand û herdû yên din jî hatin kuştin

Hinek raport dibêjinji bilî wan dû kesan kes ê din zîyan ber nekevtîne.

Lê sorax ên cûda li ser evê yekê hatin gotin û hinek ajans ên nûçeyan li Rosyayê ji hinek jêder ên polîsî ku nevîyabûn nav ên xwe aşkera bikin, veguhatibûn kû sê kes ên xwekûj  xwe teqandibûn û çar kes ên din jî heriş encamdabûn. Roterz jî neşyabû tekezê li ser evê yekê bike.

Gotebêjê wezaret a hindûrî ya Rosyayê got: Desthilatê bersiva hêrişê da bi karakirin a (pilan a şûreyê) ku wata yaw ê ewe polis xistîye di amadebaşîyê de.

Yek ji dîter ên bûyerê vîdyûyek tomar kirîye û Layif Niyûz a elikitonî belavkirîye, têde derazînkek a reş diderkeve ku gotine ew cihê teqînê ye li bingeh a polisan.

Ewke kes ê vîdyû tomarkirî û nevîya nav ê pênase ya xwe aşkera bike, got. Pênc teqîn rûdan û dengê guleyan hat bihîstin.