Li Amed êrîş li baregeha serbazî hat kirin
Piştî bûyerê gelek ambulans, helîkopter û tîmên hawarçûnê bo herêmê hatin şandin. Birîndar rakirin nexweşwaneyên Amedê.
K24-Amed
Li navçeya Hêne ya Diyarbekirê bi otombêleke bombebarkirî êriş li baregeha serbazî hat kirin: Li gorî agahiyên destpêkê di encamê de serbazekî canê xwe ji dest da, 39 serbaz bi giştî 47 kes birîndar bûn.
Şeva borî demjimêr 11.30 nîv de, gerîlayên PKKê bi otombêlekê bombebarkirî êriş li Baregeha Cendermeyan a Hêneyê kirin. Piştî teqînê jî pevçûnên dijwar rû dan û demek dirêj nehate hîştin ku, alîkarî bigihîje baregehê.
Sererkaniya Tirkiyê ragehand, di bûyerê de serbazekî canê xwe ji dest daye û 39 serbaz, 6 xizmên serbazan û 2 sivîl jî birîndar bûne.
Piştî bûyerê gelek ambulans, helîkopter û tîmên hawarçûnê bo herêmê hatin şandin. Birîndar rakirin nexweşwaneyên Amedê.
Li aliyê din, Desteya Bilind a Televîzyon û Radyoyê (RTUK) ya Tirkiyê ragehand, Dadgeha Hêneyê, derbarê vê bûyerê de hemû cure weşan qedexe kiriye.