Li Sûriyê firokeyeka Rûsî ket xwar
Li gor daxuyaniyê Wezareta Berveniya Rûsyayê ew firoke li derdora bajarê Himsê kete xwar, Wezaretê tekez kir ku, termê wan her du firokevanan bo navendekî leşkerî ya Rûsyayê hatin veguheztin.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezareta Berveniyê ya Rûsyayê ketina helîkopterekê xwe ji corê M28 li derdora Parêzgeha Himsê ya Sûriyê ragehand.
Derbarê ketina wê firokeyê Wezareta Berveniyê ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir, tê de wiha got:"Bi sedema pisgirêkekî teknîkî firokeya ji corê M28 helîkopter hate xwar, di encam de her du firokevanên wê canê xwe ji dest dan."
Li gor daxuyaniyê Wezareta Berveniya Rûsyayê ew firoke li derdora bajarê Himsê kete xwar, Wezaretê tekez kir ku, termê wan her du firokevanan bo navendekî leşkerî ya Rûsyayê hatin veguheztin.
Ji aliyê xwe ve çekdarên opozîsyona Sûriyê fîdyoyek belav kirbûn , tê de proseya ketine firokeya Rûsî nîşanda bûn.
Rûsya di 15ê Adara borî de hêza xwe ji Sûriyê kişand lê hinek firokeyên wê heta niha li wî welatî cihdigrin.