Dijî gef ên li ser ziman, li Bakûr a Kurdistanê bi 25 zimanan konsêrtek hat encamdan

Kom a Kultûr û Huner li Enqere, li dijî qedexekirin û gef ên ser ziman, konsêrtek bi 25 ziman ên cûda li Wan a bakûr ê Kurdistanê hat pêşkeşkirin.

K24- Hewlêr:

Kom a Kultşr û Huner li Enqere, li dijî qedexekirin û gef ên ser ziman, konsêrtek bi 25 ziman ên cûda li Wan a bakûr ê Kurdistanê hat pêşkeşkirin.

Serok ê Komê, Necdet beyat, ku hevdem serok ê tîp a mûzîkê ye, bi nerîn a wî, konsêrt dijvan ên fire kultûr û fire zimanîyê protsto dike û got jî, di nav girûp a me de xelk ên Ereb, Ermenî, Kurd, Azerî, Îranî, Gurcî û Efxanî hene.

Necdet Beyat serok ê Kom a Kultûr û Huner li Enqere got: aramanc a me ewe, fire zimanî, fire kultûrî, yekêtî, aştî û birayînîyê bixin berçav û bidebrîn. Binerin me çi axivtin nekirîne, em tenê bi rê ya stran ên cûda bi ziman ên cûda, nêzîkînî ya mirovan nîşan didin, oêdivîbûn a birayînîyê dixin berçav. Ez weha dibînim.

Gulcan Polat, zenyare, dibêje: Bi dîtin a min konsêrtek a serkevtî bû, amadevanan hest bi vê yekê kirin, ev ji encamp a mandîbûnek dirêj hat encamdan, 25 ziman, piranîya me ew ziman her nedizanîn, lê em şîyayîn hest pê bikin.

Herçende evan gelek ji van hunermendan ew ziman nedizanîn, lê gor nerîn ên wan ew di vî karî de serkevtî bûne.

Di dawîyê de hol a şano ya amadeyî ya Îmam Xetîb bi çepikrêzan supasî ya mihvan ên Enqeryê kirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/aa4e06d3-261a-4286-baf2-ec5dfca6d47b/Konsera%20Ashty%20Li%20Wan.ism/manifest