Aştin Karter: Pêdivîye harîkarî ya darayî ya Îraqê bihê kirin
Aştin Karter, wezîr ê berevanî ya Emerîkayê li gel welat ên Kendavê kom dibe li ser pêşkeşkirin a harîkrîy a darayî ya bi lez bo Îraqê.
K24- Hewlêr:
Aştin Karter, wezîr ê berevanî ya Emerîkayê li gel welat ên Kendavê kom dibe li ser pêşkeşkirin a harîkrîy a darayî ya bi lez bo Îraqê.
Aştin Karter ragehand jî: Pêdivîye harîkarî ya darayî ya Îraqê bihê kirin, daku carerek a dî jîyan bihê vegerandin bo cihê kavil kirî.
Herweha Aştin Karter xuya kirk u Obama y dive di dem a serdan a xwe de bod everê li ser evê pirsê li gel hevkar ên xwe li kendavê biaxive.
Ji alîyek a dî ve, Karter ragehand: Dakevtin a nirx a Petrolê, pirose ya avedankirinê li Îraqê bi awayek a berçav ji kar xistîye.
Mêdya yê Erebî belavkirine ku welat ên Kendavê û Seûdîye sindûq a harîkarîyê dê durist bike, bo komkirin a pere û harîkarîyê bi armanc ava vekirin a dever ên Sûnneyan ew ên li şerr ê Daişê zîyan berkevtîne.