Li bakurê Kurdistanê baraneke zêde

Çaverêye ku, heta dawiya hefteyê jî baran berdewam bike. Divê cotyar ji ber lehiyan hayedar bin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/7596eb9a-f435-46db-95a1-c4b4cb4e5b0b/Baran%20Elih.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê barana zêde li gelek deveran bû sedemê rabûna lehiyan. Li Êlihê gelek zeviyên çandî di bin lehiyan de man.

Barîna baranê li gelek deverên bakurê Kurdistanê astengiyan derdixin. Li bajaran û gundan gelek dever di bin lehiyên avê de man.

Lehiyên avê,  gundên Bînat û Barisliyê yên navçeya Qûbînê zirar da bi dehan donim zeviyên çandî. Gelek zeviyên genim, nîsk, nok û ceh di bin avê de man.

Muxtarê gundê Barislî Faris Ege dibêje qenalên ku, bo lehiyan hatine çêkirin xetimîne û hine jî ruxyane û ji ber vê ava lehiyan di zeviyan de dimîne. Ege got, ji barîna baranê kêfxweş in lê eger wiha berdewam dê zirar bibînin, derbarê vê yekê de wiha ji K24ê re got:"Hun halê zeviyan dibînin. Qenalên avê û pir xera bûne. Ava lehiyan hemû belavî nav çandiniyê dibe. Kes xwedî li me dernakeve. Min berê jî serî Saziya Avê ya Dewletê da lê tu çare jê re nedît. Ev demsala baranê ye û eger wiha biçe dê tiştek nemîne."

Rayedarên Meteoroljiyiya Êlihê dan zanîn, li navend û derdora Êlihê, di hermetregoşe zevî de 20 kîlo baran bariye.

Çaverêye ku heta dawiya hefteyê baran berdewam bike. Divê cotyar ji ber lehiyan hayedar bin.