Serok wezîr ên Yunanê: Reftar ên polis ên Mekadonîyayê vajî ya şaristanî ya Ewrûpayê ye
Elêksis Sipras, serok wezîr ên Yunanê, reftar ên tund ên polis ên Mekadonîyayê bi vajî ya şaristanî ya Ewrûpayê dizane.
K24- Hwlêr:
Elêksis Sipras, serok wezîr ên Yunanê, reftar ên tund ên polis ên Mekadonîyayê bi vajî ya şaristanî ya Ewrûpayê dizane.
Helwêst a tund a polis ên Mekadonyayê li gel penaxwaz ên kempa Îdomnî li sinûr ê di navber a ewî welatî û Yunanê, çend helwêst û rexne yên alî yên cûdacûda yên bi dûv xwe re hînane, çalakvan ên maf ên mirov û komisyar a bala ya penaberan li Netewe yên Hevgirtî bi karhînan a gaz a hêsirêj ji alî yên polis ên Mekadonyayê serzenişt û şermezar kir.
Elêksis Sipras, serok wezîr ên Yunanê jî ev helwêst ên polîs ên Mekadonyayê şermezar kir û got: Ev helwêst a polîs ên Mekadonyayê vajî ya şaristanîyet a Ewrûpayê ye û daxwaz ji alîyan û Netewe yên Hevgirtî kir li beranber evan reftaran hilwêst a xwe nîşan bidin.
Roj a Yekşembî ya bûrî, li kemp a Îdomnî,penxwazan daxwaz dikirin sinûr bihên vekirin û polîs ên Mekadonyayê bi gaz a hêsirrijîn û reftar ên tund hevrûşî penaxwazan bûn û nêzîkî 206 kes ku ji wan jî zaro û afert birîndar bûn.