Rûsya: Ti plan bo dagîrkirina Helebê tune ye

Artêşa Rûsyayê dibêje ti planeke wan tune ye, ji bo dagîrkirina bajarê Helebê yê Sûriyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Rûsyayê dibêje ti planeke wan tune ye, ji bo dagîrkirina bajarê Helebê yê Sûriyê.

Serkirdeyê Operesyonan di Erkana Giştî yê Rûsyayê Sergey Rodoskoy ragihand, derdora 9 hezar û 500 çekdarên Eniya El-Nusrayê li bakur û başûrê rojavayê Helebê bicih bûne, bi armanca birîna riya Şam – Helebê amadekariya êrîşeke berfereh dike.

Rodoskoy got jî, armanc ji operasyonên Rûsî û artêşa Sûriyê ew e, plana Nusreyê pêç bikin, lê ti planeke wan ji bo dagîrkirina Helebê tune ye.

Berî niha Serokwezîrê Sûriyê Wael el-Heleqî raghandibû, ku artêşa Sûriyê digel hêza Rûsî ya esmanî ji bo kontrolkirina bajarê Helebê, xwe ji bo operasyoneke hevbeş amade dkin.