Îsraîl ji hebûna PKKê li çiyayên Şingalê nîgeran e
Li çiyayê Şingalê gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Çend cihên stratîjîk girtine, wek bilindahiyln Çil Mêra ya ku rêjîma Sedam Hisên di sala 1991an de ji wî cihî de mûçek arasteyî Îsraîlê kiribû, ji ber vê yekê jî niha rojname û medyaya Îsraîlê hebûna PKKê li wî cihî wek metirsî li ser welatê xwe dizanin.
K24 – Dihok

Çavdêrên siyasî di wê bawerê de ne, ku niha Îran dixwaze bi hebûna xwe bi ser wê deverê de bisepîne û bi riya PKKê desthiladariya Şîeyan bihêz bike û çiyayê Şingalê bo gefa li ser welatan bikar bîne.
Mamosteyê Zanîngehê Dr. Hawar Nêrweyî ji K24ê re got: “Îranê karî ji sedî 30 ji wê deverê bi riya PKKê bigire. Çiyayê Şingalê bo Îranê gelekî girîng e, bo karibe bi hêsanî mûşekên xwe bigihîne Îsraîlê.”
Piştî DAIŞê di Tebaxa sala 2014an de êrîşî Şingalê kir, PKKê hin hêzên xwe li wê deverê bicih kir, vê yekê jî nakokî di navbera aliyên siyasî de çê kir, ku çendîn caran berpirsên Herêma Kurdistanê daxwaz ji PKKê kirk u hêzên xwe ji Şingalê vekişîne, lê PKKê ev daxwaz red kir.