Duyemîn Hevdîtina Hezkirinê li Dêrikê birêve çû

Bi beşdariya serkirde û nûnerên hêzên siyasî yên Kurd, Ereb û Siryan li Rojavayê Kurdistanê Hevdîtina Hezkirinê li bajarê Dêrikê birêve çû.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/4bfff7fc-e67f-4c6f-b289-29b333f9cfb2/hevditin-derik.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Bi beşdariya serkirde û nûnerên hêzên siyasî yên Kurd, Ereb û Siryan li Rojavayê Kurdistanê Hevdîtina Hezkirinê li bajarê Dêrikê birêve çû.

bo avakirina jiyaneke hevbeş û parastina aştiya civakî li Dîrikê ya Rojavayê Kurdistanê û bi serpereştiya Kenîseya Yekîtiya Xiristiyanî ya Incîlî Hevdîtina Hezkirinê birêve çû. Qesîsê wê tekez dike ku armanca vê hevdîtinê tenê avakirina hezkirinê di navbera pêkhateyên deverê de ye, herwiha nêzîkirin û paşguhxistina nakokiyan yên di navbera hêzên siyasî de ne.

Serperişteyê Kenîseya Yekîtiya Xiristiyanan ya Incîlî Ne'îm Yûsif ji K24ê re ragihand ku, ew dixwazin nêrînan ji hev nêzîk bikin, ne ku aliyekî siyasî ava bikin, herwiha rêzê li nêrînên cuda bê bigirin.

Nûnerên beşdar ji dezgehên civakî, olî, û aliyên siyasî yên sereke di rojavayê Kurdistanê de, di axaftinên xwede giringî dane vê hevdîtinê, herwiha tekez kirin ku pêwîstiya deverê bi van hevdîtinan gelekî heye û bal kişandin ser rola yekîtiyê bo parastina aştiya civakî di Rojavayê Kurdistanê de.

Serkirdeyê di ENKSê de Mihemes Ismaîl jî ji K24ê re derbarê wê hevdîtinê de axivî û got: “Li ser astê aştiya civaka Kurdî û pêkvejiyanê ev hevdîtin gelekî girîng e. Em wek ENKSê dilê me vekiriye bo vê armancê.”

Hevdîtina heskirinê duyemîn dîdar e ku ji aliyê Kenîseya Yekîtiya Xiristiyanî ya Incîlî ve tê lidarxistin. Cara yekemîn di sala 2012ê de bû û li gorî serperiştên vê kenîseyê armanc tenê nêzîkbûn û hezkirin e di navbera hêzên sereke de mîna TEV-DEM û ENKSê ku di dema dawî de nakokiyên wan zêde bûne.

Tevî ku ti armancên siyasî yên vê hevdîtinê tune ne, lê hin şopîner dibînin ku ne dûr e yekîtiya kurdî bi destine xiristiyanî were avakirin.