Sikirtêr ê NATOyê soz dide Pêşmerge

Yênz Stoltin Bêrg, sikirtêr ê giştî yê NATOyê, hêz a Pêşmerge bi hêzek a karîger û giring pesin kir, soz jî da di dahtî de harîkarî bo evê hêzê dê berdwam be, çunku ew pişkeke ji pilan û hewl ên NATO û Hevpeymanan dij bi Daişê bo ji navbirin û lawazkirin a ewê rêkxistîyê.

K24-Hewlêr:

Sikirtêr ê giştîyê rêkxistî ya Hevpeyman ên Bakûr a Etlesî (NATO) got: Hêz a Pêşmerge rolek a giring dibînin  li şerr ê dijî Daişê, niha gelek endam ên NATOyê û welat ên Hevpeyman meşqê bi hêz a Pêşmerge dikin.

Stoltin Bêrg, amaje bi hewl ên nêvdewletî da bo lawazkirin a rêkxistî ya Daişê û got: Ev pişkeke ji wan hewlan bo lawazkirin û têkşikandin a rêkxistî ya Daişê, ev jî ewê diçespîne ku me çawa dive hêz ên herêmê û hindûrî yê deverê bi hêz bikin, me ev kar di dem a bûrî de kirîte û di aynde de  jî de hewl ên me dê zêdetir, baştir  û rêkxistîtir dibe.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f123e838-993f-492b-88b9-e602dbbae4b8/SecretaryGeneral.ism/manifest