Eşîra Jîrkiyan êrîşa li ser serokeşîra xwe şermezar kir
Mehmet Adiyaman aşkere kir ku, dê tola xwe bistînin.
K24-Navenda Nûçeyan
Eşîra Jîrkiyan piştî birîndarkirina Serokeşîrên xwe Tahîr Adiyaman kombûn û nerazîbûnek tund nîşan dan.
Serokeşîrê Jirkiyan Tahîr Adiyaman roja dûşemê hatibû birîndar kirin. Li ser vê bûyerê Eşîra Jîrkiyan di pêşengtiya Mehmet Adiyaman de kombûn. Mehmet Adiyaman derbarê bûyerê de diyar kir ku, dema serokeşîrê wan ligel kurê xwe û çend kesên bi wî re ji gûndê xwe ber bi navçeya Elkê ve diçûn dibîne ko rê ji aliyê endamên PKKyê ve hatiye birîn. Tahîr Adiyaman jî biryara xwe ya çûyînê digûherînê û dema hewl dide ko vegere gûndê xwe endamên PKKyê li ser wan direşînin û Tahir Adiyaman ji lingê xwe birîndar dibe.
Mehmet Adiyaman got ew vê êrîşê bi tundî şermezar dikin û dê tola xwe bistînin.