Pêdivîye Kurd xwe amade bike bo qonax a piştî vekşandinê ji Îraqê
Bi eger a guhertin ên sîyasî yên hindûrî yên Îraqê, heya dihê pêgeh a sîyasî ya Kurd li Bexdayê lawaz dibe, di vî bwarî de, emîndar ê giştî yê Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê, dibêje: Niha berpirs ên Îraqê çi minnet nemayîne bi serkirdatî ya Kurd, pêdivî ye Kurd xwe amade bike bo qonax a piştî xwe vekişandinê ji Îrtaqê û rewş a hindûrî ya Başûr ê Kurdistanê bihê asayî vekirin.
K24- Silêmanî:

Niha li Başur ê Kurdistanê, behs a vekişandin Kurd ji pirose ya sîyasî Îraqê, behsek germe. Berpirsek ê bala ya Yekgirtû ya Îslamî dibêje: Pêdivîye Kurd hisabek a hûr bike bo qonax a piştî xwe vekişandinê bi awayekê, ku wan egeran yek yek li bêjîng ê bide û bixe ber dest ên xwe.
Niha peywendî yên sîyasî û abûrî yên Hewlêr Bexdayê bi awayekê aloze, ku dîyare bi sanahî ev girêkore ji hev navebin û renge bûyer û pêşhat ên bi lez în deverê jî, bi yekcarî evê tîske dave mûyê bipirçîne ku niha ev dû alî(Hewlêr û Bexda) bi hev re gêrê daye.