Di 2emîn salvegera damezırandina PDK-S peyamên Yekîtiyê

Di pîrozbahiyê de bi taybetî peyamên yêkbûn û yekhêzbûna hemû parçeyên Kurdistanê hate dayîn.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/4c8c362f-0da4-4d2f-9b80-e056a00f534f/Part%C4%B1yaDemokrat%C4%B1kaKurd%C4%B1stanaSuriye.ism/manifest

K24-Êlih

Li Êliha Bakurê Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriye 2emîn salvegera damezırandina xwe pîroz kir. Di pîrozbahiyê de, peyamên yekitiyê hate dayîn.

Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriye(PDK-S)  di sala 1957an de hatibû damezirandin lê belê piştre hat girtin. Ji lewra partiyê di 2014an careke din hate damezrandin.

Endamên partiyê li Êlîha Bakurê Kurdistanê bi helkefta duyemîn salvegera damezrandina xwe, şahiyek li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên civakî û gelek welatî di şahiyê de beşdar bûn.

Şahî bi sirûda Ey Reqîp dest pê kir û bi xwendina helbestan û axaftina siyasetmedaran berdewam kir.

Serokê Partiya Demokratîk ya Kurdistanê ya Sûriyê Abdulbasit Hamo diyar kir ku,  wan ji bo yekbûna Kurdan û Serxwebûna Kurdistanê partiya xwe jinûve damezrandine û wiha ji K24ê re wiha got: "Me di bin rêbaza Serok Barzanî de ev yekitiya xwe ava kir. Me federalîzm pejirand. Me got wek herêma xaka kurdistana Surî, divê em xebat û lebatan bikin û rojbiroj jî ev karê me xurttir dibe di warê encûmena kurdî û di asta devrî de. Di asta opazisyonê de me hemû ev karê xwe wek Partîya Demokrat a Kurdistan danîne ser milên xwe."

Serokê Platforma Demokrat ya Kurdistanê Sertaç Bucak Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Sûriyê li dijî rêjîma Esad heta îro, berxwedaneke mezin daye û hêj dide jî.Bucak ji K24ê re wiha axifî:"Em hêvîdarin Partiya Demokratîk a Kurdistana Sûriyê digel hêzên kurdên surî bi hev re ser bikeve û dewleteke federal ji bo Kurdistana Sûriyê bi konsepteke herî baş pêk bîne û ev federalîzm tenê bi yekitiya hemû hêzên kurd dê pêk bê."

Di pîrozbahiyê de bi taybetî peyamên yêkbûn û yekhêzbûna hemû parçeyên Kurdistanê  hate dayîn. Herwiha hate gotin ku heger partiyên kurd yên Bakur hevkariya wan bikin dê li çar parçeyên kurdistanê di demek nêz de serkeftinên mezin bi dest bixin.