Careke din bajarê Kîlîsê rastî rokêtan hat
Li aliyê din, kesek ku, ji roketên duhî birîndar bûbû, canê xwe ji dest da.
K24-Navenda Nûçeyan
Îro 3 guleyên roketê ketin nav bajarê Kîlîsê yê Tirkiyê.
Vê sibê di demjimêr 9:10 de, 3 guleyên roketê ku, li rojavayê Kurdistanê ji herêma bin destê DAIŞê hatin avêtin, ketin navenda bajarê Kîlîsê.
Ser agahdarkirinê, bo lêkolînan polîs, tîmên pîspor û tîmên tendirustiyê hatin şandin.
Li aliyê din, kesek ku, ji roketên duhî birîndar bûbû, canê xwe ji dest da. Ji roketên DAIŞê heta niha li navenda Kîlîsê 5 kesan canê xwe ji dest dane û ji 20 kesan zêdetir birîndar hene.