Di rojeva parlamentoya Tirkiyê de Hilbijartinên Sûriyê

Li gorî biryara Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, di pêşengiya welatiyên Sûriyê de, di 6 mehên pêşî yên 2016an de ango heta Hezîranê di gotûbêjan de encamek derkeve.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/55650bd2-eb4e-430c-a664-fc5a1990f4fc/HibijartinenSuriye2.ism/manifest

K24-Enqerê

Digel şerê navxweyî lidarketina hilbijartinên Sûriyê li parlamentoya Tirkiyê bi erênî hate nirxandin. Parlamenter dibêjin pêwîste çarenûsa Sûriyê ji bi biryara welatiyên wê be û hilbijartinê bo dawîbûna şer wekî fersendekê dibîne.

5 sal li ser şerê navxweyî yê Sûriyê derbas bûn û niha bo çareserkirina aloziyê û bidawîkirina şer, li bajarê Cinev yê Swîsreyê, di çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de, gotûbêjên siyasî têne kirin. Li aliye din , Serokdweletê Sûriyê Beşar Esad bo meşbûna xwe berdewam bike biryara hilbijartinên giştî da. Hilbijartinên Sûriyê, di rojeva parlamentoya Tirkiyê de jî bû.

Parlamenteran di daxuyaniyên xwe yên bo Kurdistan24ê de diyar kirin ku, hilbijartin rêyeke girînge ku, dawî li şerê navxweyî bîne.

Derbarê vê mijarê Berdevkê HDPê Parlamenter Ayhan Bilgen wiha ji K24ê re axifî:"Pêwîste qonaxeke wisa hebe ku tu kes ji şer û pevçûnan tiştekî hêvî neke, tu kes li ser berdewamkirina şerê li Sûriyê planan neke. Gotûbêjên Cinevê jî girîng in. Heger ev proses careke din were sabotekirin û hin kes ji maseyên were dûrxistin ango di serî de bi pêşdarazî prosesê binirxînin dê proses têk biçe."

Li aliyê din parlamenteran amaje bi wê yekê kirin ku, Esat bo xwe li ber çavê Neteweyên Yekbûyî meşru bike hilbijartinê li dar dixe û hêviyên xwe bo wê yekê anî ziman ku, bi hilbijartinan kêşeyên li Sûriyê çareser bibin. Herwiha bandora lidarketina hilbijartinan ya bo Tirkiyê jî bi erênî hate nirxandin. Parlamenterê CHPê Barış Yarkadaş jî wiha ji K24ê re axif:"Ez bawer im dê helwesteke meşrû derkeve holê. Hilbijartin dê destê Esat xurttir bike û DAIŞê jî lawaztir bike. Ji bo AKPê jî dê bi jinavçûyîna siyasî encam bibe."

Li gorî biryara Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, di pêşengiya Sûriyeyiyan de, di 6 mehên pêşî yên 2016an de ango heta Hezîranê di gotûbêjan de encamek derkeve û piştre hikûmeteke demkî were damezrandin û piştî damezrandina hikûmetê, di nava salekê de, destûreke nû were çêkirin û hilbijartineke dadmend were lidarxistin.