Tonî Bilîkin: Hijmar a çekdar ên Daişê kêm bûne
Tonî Bilînkin, cêgir ê wezîr ê derve yê Emerîkayê aşkera dike hijmar a çekdar ên rêkxistî ya Daişê bi awayek a berçav kêm bûne, ev jî bi eger a wan hêriş ên zemîçnî û asmanî yê Hevpeyman ên Nêvdewletî.
K24- Hewlêr:

Tonî Bilînkin, cêgir ê wezîr ê derve yê Emerîkayê, di gotarekê de li pêşî ya koimîte ya darayî ya kongrtês a Emerîkayê, ragehand: Hêz ên deverê û hêz ên hevpeyman şîyane 40% ji ax a Îraqê û 10% ji ax a Surayayê ji dest Daişê rizgar bikin.
Ev axivtin êm Bilînkin, di demekê de ye ku biryare roj a Pêncşembîyê, Brak Obama, serok ê Emerîkayê, li gel berpirs ên bala ya dezgeh a saloxvanî ya Emerîkayê (C.I.I) kom bibe li ser mijar a şerr ê Daişê.
Tonî Bilînkin, cêgir ê wezîr ê derve yê Emerîkayê, amade nebû hijmar a çekdar ên Daişê li Îraq û Surayayê aşkera bike, lê di despêk a ev sal de xuya kiribû ku hijmr a çekdar ên Daişê kêm bûye û di navbrer a 20-30 hezar çekdarin
Di dem a bûr î de çendîn berpirs ên bala yên Emerîkayê û Hevpeymanan behs a kêmbûn a hijmar a çekdar ên Daişê kirîne li Îraq û Sûryayê.