CHP: “Hikûmeta AKPê pirsa Kurd li Parlamentoyê çareser nake”
Berdevka CHPê Selin Sayek Boke derbarê rûdanên dawî de civîneke çapemeniyê li dar xist. Boke hikûmet wekî sedema hemû kêşeyan nîşan da û got digel ku hikûmet neçar e ewlehiya can û malê welatiyên xwe biparêze, vê erkê xwe bicih nake û li ber çareserkirina kêşeyan dibe rêgir.
K24 – Enqere

Berdevka CHPê Selin Sayek Boke di daxuyaniye xwe ya piştî civîna Lijneya Navendî ya Birêvebir de bal kişand li ser rapora mûfettîşan, ya derbarê teqîna 10ê Cotmehê ya li hemberî mitînga hêzên Ked û Demokrasiyê û da zanîn ku raporê piştrast kiriye, ku ji ber hikûmetê berpirsiyariya xwe bi cih nekiriye, ev êrîş pêk hatiye û Tirkiye di warê lojîstîk û rêxistinîbûnê bûye holika DAIŞa hovane û xwînrij.
Berdevka CHPê derbarê şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê de jî hikûmet sûcdar kir, ku li ber çareserkirina kêşeyê rêgiriyê dike û wiha got: “Di çareserkirina pirsa Kurd ya li Tirkiyê de parlamento ew qada herî meşrû ye. Em wekî CHPê dixwazin pirsa Kurd û hemû kêşeyên din yên li welêt li parlamentoya Tirkiyê çareser bibe. Lê Hikûmeta AKPê bo ev yek pêk neyê her cûre rêgiriyan dike. Pirsa Kurd û teror bi polîtîkayên Ewlehiyê ku di encamê de bajar têne hilweşandin bi encam nabe”.