Obama: Li Îraq û Sûryayê, Daiş di rewş a berevanîyê de ye.
Serok ê Emerîkayê ragehand: Daiş li Îraqê û Sûryayê di rewş a berevanîyê deye, amaje bi wê yekê jî kirk u zêdetir ji 11 hezar hêriş ên asmanî hatine encamdan bo ser armancên Daişê.
K24- Hewlêr:
Serok ê Emerîkayê ragehand: Daiş li Îraqê û Sûryayê di rewş a berevanîyê deye, amaje bi wê yekê jî kirk u zêdetir ji 11 hezar hêriş ên asmanî hatine encamdan bo ser armancên Daişê.
Piştî kombûn a wî li rawêjkar ên asayîş a neteweyî li baregeh a ajans a saloxvanî ya navendî ya Emerîkayê(CIA), Barak Obama bi rojnamevanan ragehand: wek pişkek ji hewl ên me yê rêkxistî bo vêdaçûn û berdewamî li çirrkirin a hilmet a me li dijî Daişê, li gel Civat asayîş a Neteweyî kom bûm.
Di pişkek a dî ya axivtin ên xwe bo rojnamevanan Obama y got: li ser erdê kevwerî de evro Daiş li Îraq û Suryayê di rewş a berevanîçyê de ye, Hevpeymanî ya 66 welatî û ji nav wan jî, hevpişk ên Ereb, di rewş a hêrişbirin û hêrişkirinê de ne , me hêz û vejen a palder heye û dê rijt bîn li ser parêztin a evê hêzê.
Barak Obama ew jî got: Em dê berdewam bîn li ser harîkarîkirin a Îraqê û pêdivîye hemû cîhan harîkarî yaw ê bike, di demekê de Îraq kar dike bo akincî û tenahî ya dever ên rizgarkirî û bi hêzkirin a fermanrewyîyê û pêşxistin a wê daku hemû tayfe yên Îraqê vegire.
Brak Obama ew jî got ku heya niha zêdeter ji 11,500 hêriş ên asmanî kiînr ser Daişê û burdûmankirin a armanc ên Daişê dê berdewam bibe.
Serok ê Emerîkayê amaje bi rizgarkirin a bajarok a Şedadî ye kir li Sûrya(Rojava ya Kurdistanê) ji alî yê hêz ên Surya ya Dîmûkrat ku Yekîne yên Paraztin a Gel (YPG) hêzek a serekî têde) û got: Me xîç a piştîvanî ya Daişê pirçandîye di naveber a bajar Reqe ku pêgeh a Daişêye li Surya û bajarê Mûsilê li Îraqê.