Kerîm Şengarî: Pêşmerge pişikdarîyê li azakirin a Mûsil dike lê naçe nav bajar
Kerîm Şengarî, wezîr ê hindûrî yê hikumet a Herêm a Kurdistanê ragehand, Pêşmerge pişikdarîyê li opirsyûn a azadkirin a Mûsilê dê bike, lê pişikdarîyê di şerr ê nav bajar ê Mûsilê nake.
K24- Waşitin:
Kerîm Şengarî, wezîr ê hindûrî yê hikumet a Herêm a Kurdistanê ragehand, Pêşmerge pişikdarîyê li opirsyûn a azadkirin a Mûsilê dê bike, lê pişikdarîyê di şerr ê nav bajar ê Mûsilê nake.
Kerîm Şenarî, di pişikdarî ya xwe de li konfirans a nêvdesletî li Waşintin a paytext a Emerîkayê ragehand: Hêz a Pêşmerge, rol a xwe dê hebe di wê opirasyûnê de, ku bi dayîk a hemû opirasyûnan dihê nasîn bo pakijkirin a evî bajarî ji çekdar ên Daişê, lê Kurd hîç pilan nine ku hêz ên xwe bibe nav bajar ê Mûsilê û pişikdarîyê nake li şerr ên di nav bajarî de.
Herweha Kerîm Şengarî ew jî xuyakir ku hêz a Pêşmerge nêzîkî dû salane li dijî Daişê şerr dike û bi eger a birrîn a budceyê Herêm a Kurdiswtanê ji alî yê hikumet a Îraqê ve, zêdetir ji sê mehane, Pêşmergeyan mûçe newergirtine. Hoşdarî jî da ku eger a mûçe berdewam be ji dawîxistnê, renge karîgerî yên nerênî bike ser şerr ê Daişê.
Li Xizeyran a 2014, Daişê bajar ê Mûsilê dagîrkir û heya niha li jêr dest ên çekdar ên Daişê deye û pêgehek a bi hêz a wane û heya niha jî sûpa yê Îraqê neşîyaye kontirol vebike.