Hevserokê DBPê Alî Şîmşek hate girtin

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk DBPê Alî Şîmşek û Hevserokên Navçeya Kayapinarê hatin binçavkirin.

Hêzên ewlekariya Tirkiyeyê îro, danê sibê li bakurê Kurdistanê bajarê Diyarbekirê di çarçoveya lêpirsînekê de bi ser avahiyên Serokatiya DBPyê yê Şaxa Diyarbekirê û navçeya Kayapinarê û malên rêvberên wê partiyê de girtin.

Di encamê de Hevserokê DBPê yê Şaxa Diyarbekirê Alî Şîmşek û Hevsererokên Navçeya Kayapinarê Mustafa Uyguner û Sevîm Adsoy hatin binçavkirin.

Polîsan derbarê naveroka lêpirsîn û bi ser girtinan de heta niha ti agahî nedan parêzeran.