Mesrûr Barzanî: Bo cûdabûnê pêdivîye ezmûn a Çîk û Silovakîya li ber çavan bigrîn
Rawêjkar ê Civat a Asayîş a Herêm a Kurdistanê, di kombûn a xwe de li gel cêgir ê wezîr ê hindûrî yê komar a Çîk ragehand: Pêdivîye harîkarîkirin a Pêşmerge ji kar ên here pêşîn ên civak a nêvdewletî be û got jî: Bo cûdabûnê pêdivîye ezmûn a Çîk û Silovakî ya li ber çavan bigirîn.
K24- Hewlêr:
Rawêjkar ê Civat a Asayîş a Herêm a Kurdistanê, di kombûn a xwe de li gel cêgir ê wezîr ê hindûrî yê komar a Çîk ragehand: Pêdivîye harîkarîkirin a Pêşmerge ji kar ên here pêşîn ên civak a nêvdewletî be û got jî: Bo cûdabûnê pêdivîye ezmûn a Çîk û Silovakî ya li ber çavan bigirîn.
Evro 14/4/2016, Mesrûr Barzanî rawêjakar ê Civat a Asayîş a Herêm a Kurdistanê, di çarçovey a pêşwazîkirnê de li Cîrî Novaçek, cêgir ê wezîr ê hindûrî yê komar a Çîk û şand a pê re, ragehand: Ew naakincî û tundûtîjî ya li deverê heye ji encam a şaşyekê ye ku berî sed salan bê pirskirin bi xelkê deverê ji alî yê Ewrûpayê ve rêkkevtinek hatîye wajûkirin bo darijtin a nexşe ya deverê.
Di dîdarê de, ku bi amadebûn a Îva Dirakova, kunsil ê giştî yê komar a Çîk li Hewlêrê bi rêve çû, Mesrûr Barzanî ser supaskirn a komar a Çîk bo harîkarîkirin û piştîvanîkirin a hêz ên Pêşmerge, ragehand: Pêdivîye harîkarîkirin a Pêşmerge ji kar ên here pêşîn ên civak a nêvdewletî be.
Di beranber de cêgir ê wezîr ê hindûrî yê komara Çîk, tekez li ser berdewambûn a piştîvanîyan kir û amaje bi wê yekê da ku ew ji erk ên giran û pêdivî yên Herêm a Kurdistan digehêjin û hikumet a welat ê wî dê hewl bide rê yê zêdetirkirin û leztirkirn a dabînkirin a pêdivî yên Pêşmerge y vebîne.
Di pişkek a dî ya dîdarê de, behs a peywendî yên di navebr a Bexdayê û Hewlêrê hat kirin, rawêjkar ê Civat a Asayîş a Herêm a Kurdistanê, nerîn a Herêm a Kurdistanê bo çareserkirina arîşeyan xuya kir û amaje bi ezmûn a aştîyane ya pirose ya ji hev cûdabûn a Çîk û Silovakîyaê kirk u pêdivîye li ber çavan bihê danan û amadebûn a Herêm Kurdistanê derbirî bo encamdan a danûstandinan li Bexda û welat ên din.