Barzanî: Ew a li perleman a Îraqê çê dibe, fewza ye
Serok ê Herêm a Kurdistanê ragehand ew a li perleman a Îraqê çê dibe, hezaze(fewza)ye.
K24- Hewlêr:
Serok ê Herêm a Kurdistanê ragehand ew a li perleman a Îraqê çê dibe, hezaze(fewza)ye.
Di dîdarekê de li gel kenal a (Elcezîre), serok ê Herêm a Kurdistanê, Mesûd Barzanî ragehand: Ew a li perleman a Îraqê çê dibe, hezaze ye.
Di pişkek a dî ya dîdarê de li ser şerr ê Daişê û opirasyûn a rizgarkirin a Mûsilê, Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê got: Armanc a serekî ya me ji navbirin a Daişê ye, rewş a piştî rizgarkirin a Mûsilê ji pirose ya rizgarkirin a wê giringtire.
Barzanî, amaje bi wê yekê jî kir ku pêdivîye piştî azadkirin a Mûsilê girêntî ya dûbare nebûn a evê kawdanan bihê dan bi pêkhate yên wê.
Ev axivtin ên serok ê Herêm a Kurdistanê, di demekê de ye ku çend rojin her sê serokatî û serkirde yên Îraqê û Civat a Nwêneran li ser guhertin ên hikumet a Îraqê kom bûne û girjî û alozî kevtîne di nav firaksyûnan de.