Perlemantarek a Kurd: Ew a li Bexdayê çê dibe, pilanek a darijtîye
Perlemantarek a Kurd li Civat a Nwêner ên Îraqê ragehand: Ewa li perleman Îraqê çî dibe, ne şoriş a sipî ye, belku pilanek a darijtîye û demeke kar bo evê yekê dihê kirin.
K24- Bexda:
Perlemantarek a Kurd li Civat a Nwêner ên Îraqê ragehand: Ewa li perleman Îraqê çî dibe, ne şoriş a sipî ye, belku pilanek a darijtîye û demeke kar bo evê yekê dihê kirin.
Di hevpeyvînekê de bo Kurdistan24, Eşwaq Caf, perlemantar a Îraqê li firaksyûn a Partî ya Dîmukratî ya Kurdistan(PDK)yê ragehand: Ew a rû dide di van sê rojan de, ew ên ji dûr ve lê dinerin, renge weha minak bikin ku şorişek a sipîye, lê bi dîtin a min pilanek a darêjtîye û berê kar bo hatîye kirn.
Got jî: Kombûn a duhî ya serok komar, serok wezîr û serok ê Civat a Nwêneran çi encamp nebûn. Tenê her kesekî divîya ewê agirê ji xwe dûr bixe. Lew ez bawer nakim evro serok komar û serok wezîr pişikdarîyê di kombûnê de bikim û tenê serok ê Civat a wezîran dê pişikdar bibe.
Eşwaq Caf, amaje bo ewê yekê kirk u yekem daxwaz aperlemantar ên mangirtî, ewe ku yekem pêngav, serokatî ya perlemanê bihê guhertin, anku armanc a ewan perlemantaran di 24 demjimêran hat guhertin, berê daxwaz dikirin kabîne ya hikumetê bihê guhertin, lê ni9ha dibêjin, yekem pêngav serok ê perlemanê bihê guhertin, dûv re serokatî ya civet a wezîran û paş re jî serok ê komarê.