Barzanî: Mixabin li Bexda hin kes hene bîr û baweriya enfalciyan hildigirin
Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bi boneya salvegera enfal û jenosidkirina gelê Kurd ji aliyê rêjîma Sedam Hisên, peyamek belavkir, tê de hat “Bo min mezintirîn rûmet e ku dibînim dê û bavên şehîdan û ew digirîn, dibêjin şehîd namir in.”
K24 – Hewlêr

Herwiha di deqa peyamê de hat jî, “Dixwazim hesta derbirînim gava ew cenazeya şehîd hilgirt, min nizanî ew şehîd nave wî çi ye, peya ye yan jin e, pîr e yan zarok e, lê dizanim ku şehîdekî mezlûm e, bê tawan e, tenê tawana wî ew e ku Kurd e. Di wê demê de min hest kir, ku ew şehîd nêzîktirîn kesê min e, heger piya ye ew birayê min e, heger jin e ew xwişka min e, heger ciwan e yan kur yan keça min e.”
Di peyama Serokê Herêma Kurdistanê de hat jî: Dilniyam e, ku giyanê wî kesî şehîd û giyanên hemû şehîdên Kurdistanê îro şad e, ku dibînim Kurdistan bi xwîna wan azad bûye.”
Di beşek din ya peyamê hatiye: Mixabin niha li Bexda hîn hin kes hene ku heman bîr û baweriya enfalciyan hildigirin, heger derfet bi wan hebe, dê heman wê siyasetê bikin. Piştî ew hemû qurbaniyan divê Kurdistan azad bimîne. Bo min mezintirîn rûmet bû, ku dê û bavên şehîdan dibînim ku digirîn p dibêjin şehîd namir in.
Li dawiya peyama Barzanî de hat: Ma ti nîşan di cîhanê de bilindtir û rûmetir ji wê insane heye?