Li 4 taxên Farqînê qedexeya derketina derve hat ragehandin
Li 4 taxên Farqînê ya Bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derve hat ragehandin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li 4 taxên Farqînê ya Bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derve hat ragehandin.
Parêzgariya Diyarbekirê, ji ber operasyonên leşkerî li 4 taxên navçeya Farqînê yên bi navê, Hindês, Zîlek, Cûmat û Şêlima xedexeya derketina derve ragehand.
Di daxuyaniya parêzgariya de tê destnîşankirin, li wan her 4 taxan tevgera gerîlayên PKK'ê zêd bûye û ji êvara îroyê demjimêr 18:30 de qedexe dest pê dike.
Tê ragehandin, heta fermaneke nû, ketin û derketina van taxan hatiye qedexekirin.