Brazanî: Pêdivîye rêkkevtineka sîyasî hebe bo qonax a piştî rizgarkirin a Mûsilê
Duhî li bajar ê Hewlêr ê Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê pêşwazî kir li ceneral Cozêf Votêl, fermandar ê nû ya Fermande ya Navendî Hêz ên Emerîkayê û şand a pêre û behs a rizgarkirin a Mûsilê û rewş a sîyasî ya Îraqê kirin.
K24- Hewlêr:

Malper a fermî ya serokatî ya Herêm a Kurdistanê di dîdarê de li ser azadkirin a Mûsilê, Barzanî tekez kirîye ku berî rizgarkirin a Mûsilê, pêdivîye rêkkevtinek a sîyasî hebe bo qonax a piştî rizgarkirin a Mûsilê û çawanî ya rizgarkirin a wê.
Li gor malper a fermî ya serokatî ya Herêmê, di pişkek a dî ya kombûn a di navber a Barzanî û fermandar ê nû ya fermandeyî ya Navend a Hêz ên Emerîkayê, behs a rewş a sîyasî ya Îraqê û pêşhat ên nû yên nav pirose ya sîyasî hat kirin.
Malperê nivîsîye: Herdû alîyan tekezkirin li ser hemahengî û rawêj a berdewam di navber a herdû alîyan bo bi desthatin a çareserkirin a arîşe sîyasî yê Îraqê.
Herweha nivîsîye: Bi pêdivî jî hat zanîn ku ji bon a sekevtinê li şerr ê dijî Daişê û bûrandin a tengije ya darayî û arîşe yên din danûstandin û hevahengî ya sîyasî di navber a alî yên Îraqî berdewam bibe.